Silopî: Tirkiye û Êraq rahênanê dikin

Nûçeyên Silopî- ZERnews: Artêşa Tirkiye û Êraqê dûh li Silopî (Bajarê Şirnex) li pêşberî gûmrika Îbrahîm Xelîl rahênana leşkerî pêk anîn (19.10.2017). Çalakî li hember Perqa TIRan pêk tên.
Wêneyên rahênanê li jêr in.
Dûh 2 otobûsên camreş yên Artêşa Êraqê hatin meydana rahênanê.

Derdora navenda fermandeya leşkerî bi niyeta parastinê bi axê hat dorpêçkirin. Leşkerên Êraqê serdana vê xebatê kirin. Û piştre çûn nav sengeran.

Vê carê tank (debabe) nehatin bi kar anîn lê şefer (kepçe) çalak bûn. Tenê xebata amadekirina sengeran hat kirin.

Êvarî jî ew leşker ji meydana rahênanê çûn.

Ev leşkerên Êraqê yên nû bûn. Ev meheke rahênana Tirkiye û Êraqê berdewam e.













Seba babetanê têkildaran menuyanê cêrênan bitiknê:

Bitikne & Biwane / Babetê Têkildar: